Jinên minbicî: Azadiya me girêdayî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e 

Jinên ji Minbicê piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya wan girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Jinên minbicî: Azadiya me girêdayî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e 
16 mijdar, 2023   02:41
MINBIC

Piştgiriya ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya li 74 navendên cîhanê, ji 10`ê Cotmehê ve didome.

Welatiya bi navê Raba Bekro ya ji Minbicê têkildarî mijarê got: “Divê em jin israr bikin ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Ji ber ku azadiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û heta li cîhanê, bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Bi saya felsefe û ramana wî, jin di civakê me de gihaştin vê astê.”

Raba wiha domand: “Rêber Ocalan hişt jin rastiya xwe nas bikin. Yekemîn ronakbîrê ku banga lidarxistina şoreşa jinan kiriye û hewl daye jin ji zilm û zordestiyê xilas bibin ew e. Jinên Minbicê bi hev re li hember zilma dewleta Tirk a dagirker disekinin ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike.”

Hesna El Zahir jî wiha anî ziman: “Ramanên Rêber Abdullah Ocalan, rê li pêşiya jinan ronî kir.”

Hesnayê got Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan û dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziyên Rojhilata Navîn re, her wiha pêkanîna aştiyê, ji xwe re kiriye armancên bingehîn. Li beramber wan hewldanan jî dewletên zordest, di serî de dewleta Tirk, naxwaze ev fikr di nava gelan de belav bibin.

Hesna wiha pê de çû: “Em ê her tim banga ramanên wî bikin. Azadiya wî, azadiya me û ya cîhanê ye.”

Welatiya bi navê Emîne Cerah destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, ew ê berxwedanê bidomînin û wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan azadî ye. Ew rêberê gelan û rêya çareseriyê ye ku dê jinan rizgar bike.”

Sîham Hemîdî jî got: “Bi saya Rêber Abdullah Ocalan jinan gelek destkeftî di Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dest xistin. Em rêberê xwe ji bîr nakin. Bi saya wî jin gihaştin vê astê. Em ê piştgiriya têkoşîna wî bikin û heta azadiya wî pêk were, em ê şopdarên rêya wî bin.”

(şx)

ANHA