Siyasetmedar Adil Osman: PDK çalakiyên pêngava azadiyê qedexe dike

Çalakvanê siyasî Adil Osman diyar kir ku PDK li Başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo pêngava azadiyê qedexe dike û got “PDK rasterast li hember têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo disekine.”

Siyasetmedar Adil Osman: PDK çalakiyên pêngava azadiyê qedexe dike
16 mijdar, 2023   04:37
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Rêber Abdullah Ocalan ku 24 sal e li Îmraliyê dîl hatiye girtin, ev 3 sal e tu agahî jê nayê wergirtin. Li dijî vê li çar aliyên cîhanê û Kurdistanê çalakî têne lidarxistin û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê kirin. 

Di 10`ê Cotmehê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendan pêngava navneteweyî bi navê “Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re” hate ragihandin.

Li çar parçeyên Kurdistanê jî piştgiriya vê pêngavê hat kirin ku di 14`ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û çalakgerên civaka sivîl bi daxuyaniya çapemeniyê xwedî li pêngavê derketin.

Çavdêrê siyasî û nivîskar Adil Osman ku tev li pêngavê bûye, der barê rewşa çalakiyên li herêmê de ji ANHA`yê re axivî. 

Adil Osman anî ziman ku di çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane de rola sereke ya Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Dewleta Tirk li hember têkoşîna gelê Kurd Rêber Apo dîl girtiye û dixwazin vîna têkoşîna gelê Kurd bi Îmraliyê re wiha bişikînin anku teslîm bigirin. Eleqeyeke mezin di navbera tecrîda li ser Rêber Ocalan û doza Kurd de heye. Heta derî ji Rêber Apo re venebe, wê pirsgirêka Kurd jî çareser nebe. Dewleta Tirk ferz dike ku ev pirsgirêk li gorî wan bê tepisandin û bêyî Rêber Apo bimeşe. Ev rêbazeke faşîzmê ye. Cidiyeta çareseriyê li Îmraliyê dê encamê bigire. Heta Rêber Apo azad nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe.”

‘TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ LI BAŞÛR GURTIR DIBE’

“Rêber Apo li Başûr bûye îradeya gel û gel jî xwedî lê derdikeve.” Bi van gotinan Osman diyar kir ku ji ber wê gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriyeke mezin dide pêngava azadiyê û got: “Berxwedana ku Rêber Apo dimeşîne, pêşengiyê ji berxwedana gel re dike. Gel bê navber ji bo Rêberê xwe di nav têkoşînê de ye. Pêngava hatiye destpêkirin jî encameke vê têkoşînê ye. Li Başûrê Kurdistanê tevlêbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, jin, ciwan, akademîsyen û hwd dide diyarkirin ku doza azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê esasgirtin û têkoşînê gurtir dikin.”

`PDK ÇALAKIYAN QEDEXE DIKE`

Adil Osman îşaret bi nêzîkatiyên PDK`ê yên li hember çalakiyên gel ên ji bo pêngava azadiyê ya li Başûrê Kurdistanê kir û got: “PDK ji bo doza Kurd xetereyeke gelekî mezin e. PDK çalakiyên ji bo pêngavê qedexe dike. Nahêlin gelê Başûr ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo werin cem hev. Meşan asteng dikin. Ev bandoreke neyînî dide têkoşîna gelê Kurd ya li Başûr. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Di qasî ku PDK destekê dide dagirkeriya Tirk, ew qas alîkariyê nade doza Kurd û civaka Kurd. PDK rasterast li hember têkoşîna Rêber Apo disekine. Di encama polîtîkayên PDK`ê de Başûr bûye navendeke mezin ji îxanetê re. Ev bandoreke mezin li ser helwesta gel dike. Gel rastî tirsê, destgîrkirin û girtinê tê. Dijmin bi vê re dixwaze vê têkoşînê bi îxaneta PDK`ê re bi bin bixe.”

‘AZADKIRINA RÊBER APO ŞIKANDINA XIYANETÊ YE’

Adil Osman diyar kir ku li dijî êrişên PDK`ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tu carî nehatiye sekinandin û got: “Panel û semîneran em li dar dixin. Di demên pêş de plansaziyên me hene ku em çalakiyên pêngavê berfirehtir bikin. Li ser asta komale, siyasî û rêxistinî çalakî tên lidarxistin. Çareserî tenê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye, derveyî wê tu çareserî tune ye. Azadkirina Rêber Apo şikandina xiyanet û dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê ye.”

ANHA