′Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tiştî bikin′

Li Hesekê ji bo piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin, di çalakiyê de beşdaran got: "Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tiştî bikin."

′Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tiştî bikin′
15 mijdar, 2023   04:38
HESEKÊ
SÎBELCAN SELMAN

Li Hesekê di 10′ê Mijdarê de ji bo piştgiriya pêngava ′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ çalakiyek hate lidarxistin.

Welatiyê bi navê Şêx Îsa Mihemed ê ji Hesekê li ser mijarê axivî û wiha got: "Em îro ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li vir in û em ê heta pêkanîna armanca xwe li qadên berxwedan û têkoşînê bin."

Mihemed wiha domand: "Em gav ji xeta berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê me û dîtina wî di nava me de, bi paş ve navêjin. Em ê li ber xwe bidin û şerê tevahî planên mêtingerî û komployên li dijî rêberê mirovahiyê bikin. Ji ber ku mayîna me bi mayîna wî heye. Em bêyî wî najîn û ger ew rizgar nebe em rizgar nabin."

Welatiyê bi navê Cemla Keno El Şewax ê ji navçeya Dirbêsiyê jî got divê tevahî gel ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û wiha anî ziman: "Tevahî tevahî pêkhate û gelên îdiaya azadî û aştiyê dikin li ber xwe bidin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin."

Welatiya bi navê Necah Dawûd a ji Dirbêsiyê jî wiha got: "Em tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin. Ew şerê rejîmên destpot dike ku gelên bindest rizgar bin û banga azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn dike. Em ê ji bo azadiya wî ya fîzîkî her tiştî bikin."

Pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ di navbera mehekê de li 31 bajar, 105 navendên li 6 parzemînan belav bû û bi hezaran kesayetên navdar tev lê bûn. Ev pêngav destpêk ji 74 navendên li seranserî cîhanê hate destpêkirin.

(fr)

ANHA