Netanyahu: Lihevkirina Xeza bi tunekirina rêveberên Hemasê ve girêdayî ye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu destnîşan kir ku tunekirina rêveberên Hemasê yên li Qeterê dimînin, şerteke bingehîn a serbestberdana dîlgirtiyan û rawestandina şerê li Xezayê ye.

Netanyahu: Lihevkirina Xeza bi tunekirina rêveberên Hemasê ve girêdayî ye
13 îlon, 2025   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu destnîşan kir ku tunekirina rêveberên Hemasê yên li Qeterê dimînin, dê kelema li pêşiya lihevkirina Xezayê ji holê rake.

Netanyahu li ser hesabê xwe yê “X” wiha nivisî: “Rêveberên terorîst ên Hemasê yên li Qeterê dimînin, xema gelê Xezayê naxwin. Wan tevahî hewldanên agirbestê têk birin ji bo ku şer heta hetayê bidomînin.”

Netanyahu li ser hesabê xwe diyar kir ku “tunekirina rêveberên Hemasê dê kelema li pêşiya serbestberdana dîlgirtiyan û bidawîkirina şer ji holê rake”.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku sêşema borî, li Dohayê li dijî rêveberên Hemasê êrişek li dar xistiye. Lê li gorî daxuyaniya Hemasê endamên şandeya danûstandinan ji êrişê sax filitîne.

Di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî Dohayê de, 6 kes hatin kuştin. Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişa Îsraîlê şermezar kir.

(şx)