çekdaran li efrîniyan xistin û şêlandin

Çekdarên li Efrînê, êriş erebeyekê kirin, li siwariyan xistin û pereyên bi wan re dizîn.

çekdaran li efrîniyan xistin û şêlandin
13 îlon, 2025   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih li bajarokê Reco yê Efrînê, duh komeke çekdar rê li pêşiya erebeyekê qutkiriye, li siwariyan xistiye, pere, zêr û tiştên bi jinan û mêran re şêlandine. Her wiha pencereyên erebeyê şikandine û dûre reviyane.

Êriş û sûcên li dijî efrîniyan ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên bajarê Efrînê dagir kirine ve û heta niha, berdewam in.

(şx)

ANHA