Rubio: Êrişa li Qeterê bandorê li têkiliya bi Îsraîlê re nake

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio got nakokiya li ser êrişa Îsraîlê ya li dijî Qeterê, bandorê li piştgiriya welatê wî ji Îsraîlê re nake. Rubio destnîşan kir ku Washington ji tişta rû dide “ne razî ne” lê belê dê “têkiliya xwe ya xurt” bi Til Evîvê re bidomîne.

Rubio: Êrişa li Qeterê bandorê li têkiliya bi Îsraîlê re nake
13 îlon, 2025   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio der barê êrişa li Qeterê de, ji rojnamevanan re axivî. Rubio got êrişa li ser Qeterê bandorê li “piştgiriya Amerîka” ji Îsraîlê re naguhere û aşkera kir ku dê yekşemê serdana Îsraîlê bike. 

Li gorî Reutres`ê Rubio di civîna çapemeniyê de axaftina xwe wiha domandiye: “Em ji êrişê ne razî ne, lê êriş têkiliya me bi Îsraîlê re naguhere. Divê em behsa êrişê û bandora wê li ser hewldanên dîplomatîk bikin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump êvara înê li New Yorkê bi serokwezîrê û wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Bin Casim Al Sanî re civiyabû.

Cîgirê serokê şandeya Qeterê Hemed El Muftah li ser hesabê xwe yê “X” got “lihevkirin pir baş bû”.

Li gorî çavkaniyên agahdar, Trump û Al Sanî heta 2 saetan li hev civiyane û gelek doz nirxandine. Çavkaniyan civîn bi “gelek erênî” wesifandin.

(şx)