Netanyahu: Em ji sedî 60ˊê Xezeyê kontrol dikin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku hêzên Îsraîlê ji sedî 60ˊê Şerîda Xezayê anku zêdetirî nîvê Şerîdê kontrol dikin.

Netanyahu: Em ji sedî 60ˊê Xezeyê kontrol dikin
17 gulan, 2026   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ofîsa wî, piştî civîna kabîneyê li Qudsê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, "Li Xezeyê niha em ne tenê ji sedî 50, lê em bi rastî ji sedî 60ˊî kontrol dikin. Hemas di pencê me de ye."

Netanyahu di dewama gotina xwe de anî ziman ku, "Em tam dizanin ku mîsyona me çi ye û mîsyona me yek e: ew jî em misoger bikin ku Xeze careke din ji bo Îsraîlê nebe cihê gefxwarinê. Em vê mîsyonê bi alîkariya leşkerên xwe yên qehreman pêk tînin."

Hefteya borî, rojnameya Israel Hayom ku agahiyên xwe dispêre dîplomatekî payebilind ê Rojavayî ragihand ku Îsraîlê herêma di bin kontrola xwe de li Şerîda Xezeyê bi awayekî mezin berfireh kiriye û gihîştiye ji sedî 64ˊê tevahiya Şerîdê.

(fr)