Li Siwêdayê Bazara "Destên Afirîner" hat vekirin

Komeleya "Mehebê û Wefai(Evîn û Dilsozî)" ya ji bo Piştgiriya Kal, Pîr û Zarokan li Swêdayê Bazara 12ˊemîn a "Destên Afirîner" bi beşdariya jin û hilberînerên ji hundir û derveyî Swêdayê vekir.

Li Siwêdayê Bazara "Destên Afirîner" hat vekirin
Li Siwêdayê Bazara "Destên Afirîner" hat vekirin
Li Siwêdayê Bazara "Destên Afirîner" hat vekirin
Li Siwêdayê Bazara "Destên Afirîner" hat vekirin
Li Siwêdayê Bazara "Destên Afirîner" hat vekirin
Li Siwêdayê Bazara "Destên Afirîner" hat vekirin
Li Siwêdayê Bazara "Destên Afirîner" hat vekirin
Li Siwêdayê Bazara "Destên Afirîner" hat vekirin
17 gulan, 2026   19:33
SIWÊDA

Komeleya Mehebê û Wefai (Evîn û Dilsozî)" ya ji bo Piştgiriya Kal, Pîr û Zarokan bi hevkariya Înîsiyatîfa "Destên Afirîner" çalakiyên 12ˊemîn a Bazara "Destên Afirîner" bi beşdariya jin û hilberînerên ji hundir û derveyî Siwêdayê vekirin.

Seroka komeleyê Meyson Nesrullah ji ajansa me re diyar kir ku armanc ji bazarê piştgiriya jinan, xwediyên projeyên biçûk, piştgiriya komeleyên jinan weke komeleyên nexweşên penceşêrê, şûştina gurçikan û astengdaran bê kirin.

Meyson destnîşan kir ku peyama çalakiyê ew e ku ligel şert û mercên aborî yên zehmet û dorpêçê, bi piştgiriya berhema xwecihî, xurtkirina xwetêrkirinê û serbixwebûna madî ya jinan Siwêda dikare li ber xwe bide û hilberîne.

Di bazarê de berhemên xurek, pîşesazî û destekarî hatin pêşkêşkirin.

Jinên bi navên Selma Muhena û Zehir Bîlal jî bi çente, xişir, lîstok û dirûtin û amadekariyên bone, dawatan beşdar bûn.

Komeleya "Dostên Nexweşên Gurçikan" jî bi berhemên xwe yên ji bo nexweş û hewcedaran beşdarî çalakiyan bû.

(fr)

ANHA