Ciwanan li Şehbayê Sara û Bîşeng bi bîr anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê Sara Hogir û Bîşeng Birûsk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi meşekê li navçeya Ehdasê bi bîr anîn.

Ciwanan li Şehbayê Sara û Bîşeng bi bîr anîn
Ciwanan li Şehbayê Sara û Bîşeng bi bîr anîn
Ciwanan li Şehbayê Sara û Bîşeng bi bîr anîn
Ciwanan li Şehbayê Sara û Bîşeng bi bîr anîn
Ciwanan li Şehbayê Sara û Bîşeng bi bîr anîn
Ciwanan li Şehbayê Sara û Bîşeng bi bîr anîn
Ciwanan li Şehbayê Sara û Bîşeng bi bîr anîn
Ciwanan li Şehbayê Sara û Bîşeng bi bîr anîn
Ciwanan li Şehbayê Sara û Bîşeng bi bîr anîn
27 sibat, 2024   18:04
ŞEHBA

Meş ji çerxerêya navçeya Ehdasê bi beşdariya endamên tevgerê û yekitiyê û Yekitiya Xwendekarên Kantona Efrîn û Şehbayê dest pê kir.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşeran hatin hildan. Di meşê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a Efrîn û Şehbayê Emîne Ebdo axivî û got: "Di şexsê her du têkoşeran de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Şehîd Sara û Bîşeng di 28ˊê Tîrmeha 2023ˊyan de di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dema li hember dijmin disekinîn şehîd bûn."

Emîne wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê de dewam dike. Her wiha li hember wê gerîla berxwedaneke mezin raber dike û derbeyên giran li dijmin didin."

Emîne di dawiyê de wiha got: "Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan soza xwe ya bilindkirina têkoşînê û berxwedanê li hember tevahî plan û êrişên qirkirinê û şopandina rêça şehîdan nû dikin."

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedan û şehîdan bi dawî bû.

(fr)