Navê Erdogan di lîsteya "terorê" ya hikumeta Şamê de ye

Rojnameya El Quds El Erebî lîsteya "Desteya Têkoşîna Diravên Nerewa û Fînansekirina Terorê" ya hikumeta Şamê parve kir. Navê Recep Tayyîp Erdogan di serî lîsteyê de ye.

Navê Erdogan di lîsteya "terorê" ya hikumeta Şamê de ye
28 tîrmeh 2024   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî lîsteya nû ya "Desteya Têkoşîna Diravên Nerewa û Fînansekirina Terorê" ya hikumeta Şamê parve kir. Lîste wekî biryara 3’emîn 11’ê Tîrmehê  ji aliyê serokê komîteya cemidandina pereyên kesan û tevgeran ve hat derxistin.

Di lîsteyê de navên siyasetmedaran, partiyan, tevgerên navneteweyî, oldarên ereb û yên biyanî û endamên parlamentoyan hene. Li gorî lîsteyê hejmara kesên bi fînansekirina terorê û pereyên nerewa hatine tawanbarkirin, 597 e û 105 blok hene.

Di serî de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, navên serokkkomarê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davûdoglu, serokê berê yê hikumeta Lubnanê Seed Herîrî, serokê Partiya Pêşverû ya Komunîst Welîd Jumblat û serokê Partiya Quwat a Lubnanê Semîr Cacaî di lîsteyê de hene.

Navên gelek kesayetên ereb û biyanî ji Behreyn, Siûdiye, Kiwêt, Îmarat, Qeter, Lubnan, Misrî, Cezaîr, Mexrib, Iraq, Morîtanya, Lîbya, Filistîn, Sûdan, Pakistan, Endonezya, Senegal, Tirkiye, Erître, Nîjerya, Fransa, Srî Lanka, Tayland, Kenya, Nepal, Benîn, Albanya, Bosna, Spanya, Almanya û Amerîkayê hene.

(şx)