’Dewleta Tirk û PDK’ê planeke nû ya kaosê saz dikin’  

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê re li Duhok û Hewlerê planeke nû ya kaosê ava dike û dixwaze bixe stûyê PKK’ê.

’Dewleta Tirk û PDK’ê planeke nû ya kaosê saz dikin’  
28 tîrmeh 2024   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê  der barê planeke nû ya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hatiye diyarkirkirin ji bo derxistina kaosan û provokasyonan kesên ku ji aliyê MÎT û Parastin ve hatine perwerdekirin hatine erkdarkirin.

Di nûçeyê de derxistina şewatan wekî lingê yekemîn ê vê kaosê hatiye nîşandin û ev nirxandin hatine kirin "Ji bo bertekên îhtîmal ên li dijî operasyon û êrişên dewleta Tirk a dagirker derkevin bitepsînin û têkoşîna PKK’ê krîmînalîze bikin, MÎT bi hevkariya Parastinê re gelek planên kirêt tên amadekirin. Di mehên derbasbûyî de di serî de li Kerkûk û Hewlerê gelek herêm hatibûn şewitandin."

Her wiha hatiye gotin, PDK’ê ji bo planeke kaosê ya nû di Duhok, Kerkûk û Hewlerê de derbixe û PKK’ê pê tawanbar bikin, kesên ku ji aliyê MÎT û Parastin ve hatine perwerdekirin, erkdar kirin.  Di dewama nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku "Berpirsiyarên MÎT û Parastinê di 20’ê tîrmehê de li nûnertiya bi navê Kaplan a li Hewlerê civîneke ku nêzî 3 seat dom kir li dar xistine. Di çerçoveya plana kirêt a di civînê de hatiye kirin de, Wek destpêkê ji navendê li ser hin hedefên hatine diyarkirin çalakiyên sabotaj û sûîqast werin kirin. Bi van çalakiyan ji bo hem li ser gel tirsek û fikar ava bikin hem jî ji van bûyeran PKK’ê berpirsiyar were dîtin û bi vê awayî hemû hevsengiyên siyasî û leşkerî bizivrînin lehê xwe ve.’’

Li gorî nûçeyê navên kesên ku ji aliyê MÎT û Parastin ve hatine perwerdekirin û erkdarkirin wiha ne:

Hoşiyar Cerdî/ gelek ferdên malbatê bi Parastin û MÎT’ê re dixebitin.

Serbest Şêrwanî: 35 salî ye, li navenda Parastin a li Zaxo perwerdeya suîqastê ya MÎT’ê dîtiye.Erkan Hemîd: Di nava PDK’ê de wek e Mixtar Hemîd tê naskirin.

Elend Muhemed Zirarî: 38 salî ye, li navenda MÎT’ê ya li Hewlerê 40 rojan perwerde dîtiye.