Nakokiyên dewleta Tirk û Almanyayê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa nakokiyên dewleta Tirk û Almanyayê û gurbûna aloziya li Lubnanê kir.

Nakokiyên dewleta Tirk û Almanyayê rojeva rojnameyên erebî ne
18 mijdar 2023   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê nakokiya di navbera dewleta Tirk a dagirker û Almanyayê de nûçeyek parve kir. 

Di nûçeya xwe de rojnameyê destnîşan kir ku sedema nakokiyan, helwesta li hember Îsraîlê ye ku di hevdîtina şansolyeyê Almanyayê Olaf Scholz û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de serwer bû. Her wiha vê yekê di civîna çapemeniyê ya hevbeş de jî xuya kir. Li aliyekî din ji daxuyaniyên Erdogan diyar bû ku nakokî, dibe ku hewldanên bidestxistina balafirên şer ên Eurofighter têk bibe.

‘ŞER JI LUBNANÊ NE DÛR E’

Têkildarî rewşa aloz a li Lubnanê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek weşand.

Di nûçeya rojnameyê de hate diyarkirin ku Hizbullaha Lubnanê û Îsraîl ketin qonaxa şerê rojane yê domdar ku ji bidawîbûna şerê Tîrmeha 2006`an rû nedaye. Di nûçeyê de hate destnîşankirin, tevî wê jî heta niha şerekî giştî li sînorên Lubnan û Îsraîlê çênebûye. Di nûçeya rojnameyê de îşaret bi nêrînên şopîner û analîzvanan hate kirin ku gûrbûna eniyê girêdayî pêşketina şerê li Xezayê û encamên wê ye. Hin dibêjin senaryoya şer bi Lubnanê re hîna li dar e û hin dibêjin şansên rûdana şer jî zêde bûne.

‘NÊRÎNÊN CUDA’

Rojnameya Cûmhuriye ya Lubnanê hin analîzên têkildarî rewşa li Lubnanê di nûçeyeke xwe de parve kir.

Rojnameyê cih da nêrîna pisporekî îsraîlî ku dibêje nîşaneyên heyî îşaret pê nakin ku şerê heyî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de veguhere şerekî berfireh. Li aliyekî din, lêvegerekî siyasî ya lubnanî jî dibêje bilezbûna operasyonên leşkerî li sînor, metirsiyên gurbûna şer û rûdana şerekî berfireh xurttir dikin. Her wiha li gorî hin çavkaniyên agahdar, di aliyê xweza û şert û mercên şer de, îhtîmal heye geşedanên nû yên nayên pêşbînkirin çêbin.

(şx)