Amadekariyên Festîvala Fîlmên Kurdî

14. Festîvala Fîlmên Kurdî wê di navbera 22 heta 26′ê Mijdarê de li bajarê Hambugrê yê Almanyayê bi beşdarbûna 19 fîlman were lidarxistin.

Amadekariyên Festîvala Fîlmên Kurdî
18 mijdar 2023   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN
XALID ETÊ

Bi dirûşma "Welatekî nû" 14. Festîvala Fîlmên Kurdî  22 heta 26'ê vê Mijdarê li bajarê Hamburgê yê Almanyayê tê lidarxistin. Ji tevahî aliyên Kurdistanê û cîhanê dê 19 fîlmên kurdî werin pêşandan.

Berpirsê ragihandinê ê festîvalê Rewend Cewad da zanîn ku komîteyê ji her çar aliyên Kurdistanê 125 fîlmên cûrbecûr (fîlm, kutrefîlm û belgefîlm) wergirtin û ji wan 19 fîlm (6 belgefîlm, 4 fîlm û 9 kurtefîlm) ji bo pêşandanê hatin hilbijatin.

Festîval dê 22′yê Mijdarê saet di 16:00′an de li gorî dema GMT′ê bi şahiyeke mûzîkê dest pê kir. Hunermend Cemîle û Hawara ya ji Bakurê Kurdistanê dê beşdar bibin.

Destpêkê dê fîlma "Dema Şitil Mezin Dibin" yê derhêner Rizgar Azad Kaya were pêşandan ku gelek xetat wergirtine.  Her wiha dê du semîner werin dayîn. Semînera yekemîn li ser wênexêzî di sînemayê de ye dê ji aliyê hunermend Luqman Ehmed ê ji Rojava ve were dayîn û ya duyemîn li ser zimanê kurdî di sînema de ye dê ji aliyê nivîskar û wergervan Kawa Nemir ve were dayîn.

Di festîvalê de dê 3 xelat (belefîmê herî baş, kurtefîmê herî baş û xelata komîteya bilind ê dê pêşkêşî beşdaran bike) werin dayîn.

Der barê girîngiya festîvalê de Rewend Cewad got: "Festîvalên sînemayê yên kurdî ji bo pêşxistina hunera kurdî û nasandina gelê Kurd û hunera wî bi cîhanê re gelekî girîng in. Ji bo nasandina hunera kurdî divê xebatên zêdetir bi rêya fîlm û sînemaya Kurdî bên kirin."

(mh)

ANHA