Ebdilxaliq Silê koça dawîn kir

Welatparêzê bi navê Ebdilxaliq Silê ji ber nexweşiyê di 63 saliya xwe de li Dirbêsiyê wefat kir.

Ebdilxaliq Silê koça dawîn kir
6 tebax, 2025   15:10
HESEKÊ

Ebdilxaliq Silê sala 1962`yan li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji dayik bûye, bavê 3 keç û 3 kuran e. Di sala 1984`an de tevgera azadiyê nas kiriye û tev li nava xebatên rêxistinî bûye. Ji wê demê de têkoşîna xwe ya welatparêziyê domandiye.

Silê di salên 1990 û 1991`an de li Lubnanê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine. Di pêvajoya têkoşîna xwe ya welatparêziyê de gelek caran ji hêla rejîma Baasê ve hatiye girtin. Di 24`ê Adara 1993`yan de dema ku agir bi zindana Hesekê ket, ew jî li wir girtî bû û laşê wî şewitî.

Silê ji dema ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hatiye damezirandin, tev li nava partiyê bû û li bajarê Dirbêsiyê xebatên rêxistinî bi rê ve dibirin. Her wiha ew endamê Komîteya Şêwirmendiyê ya bajêr bû.

Cenazeyê Ebdilxaliq Silê li gortistana bajarê Dirbêsiyê spartin axê.

(k)