Mûdîriyeta Trafîkê şehadeta endamekî xwe ragihand

Mûdîrtiya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê ragihan ku ji endamên wê Ciwan Celal Îbrahîm 18'ê Çileya îsal (2026) li ser rêya Ebyedê şehîd bû.

Mûdîriyeta Trafîkê şehadeta endamekî xwe ragihand
24 nîsan, 2026   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

 Mûdîrtiya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê der barê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya Facebookê weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji endamên Mûdîriyeta Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê Ciwan Celal Îbrahîm 18'ê Çileya îsal (2026) dema erka xwe bi cih dianî, li ser rêya Ebyedê şehîd bû.

Di daxuyaniyê hate  destnîşankirin ku Ciwan Îbrahîm sala 2023'an tev li Mûdîriyeta Trafîkê bû, di salên xebata xwe de ji bo pêşxistina asta xwe ya fikrî û meslekî de tev li perwerdeyan bû, di nava hevalên xwe de bi dispilîn û girêdana xwe ve dihate nas kirin. Her wiha hate gotin, şehîd Ciwan gelek mîsyon bi cih anîn û mînaka berpirsiyarî û dilsoziyê bû.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Ciwan û hevrêyên wî re hat xwestin û wiha hat bidawîkirin: "Em soz didin ku em dê her li şopa rêka şehîdan bin heta ku em jiyaneke aram û azad ji gelê xwe re misoger bikin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê şehîd Ciwan Celal de wiha ne:

Nav û paşnav:

Nav û paşnav: Ciwan Îbrahîm

Navê dayîkê: Bedîa

Navê bav: Celal

Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo-1996

Cih û dîroka şehadetê: Rêya Ebyed, 18-1-2026

(bb)