MSD: Êrişa li ser Dêra Mar Elyas kiryareke terorîstî ye 

MSD’ê êrişa li ser Dêra Mar Elyas wek "kiryareke terorîstî" bi nav kir û diyar kir "lihevhatina nîştimanî û hevkariya rasteqîn di navbera hemû hêzên Sûriyeyê de dikare bibe egera avakirina Sûriyeyeke ewle û aram.” 

MSD: Êrişa li ser Dêra Mar Elyas kiryareke terorîstî ye 
23 hezîran, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê êrişa li ser Dêra Mar Elyas a li Şamê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de MSD`ê diyar kir: "Binpêkirina pîroziya cihên îbadetê û destdirêjiya li ser jiyana sivîlan tawaneke li dijî hemû peymanên exlaqî û navneteweyî ye.”

MSD`ê da zanîn ku ev êriş hewldaneke ji bo belavkirina tirsê di nava pêkhateyên Sûriyeyê yên cihêreng de ye.

MSD’ê "ev kiryara qirêjî" şermezar kir û diyar kir: "Lihevhatina nîştimanî û hevkariya rasteqîn di navbera hemû hêzên Sûriyeyê de dikare bibe egera avakirina Sûriyeyeke ewle û aram.”

Her wiha MSD`ê ji bo malbatên şehîdan sersaxî û ji birîndaran re şîfa xwest.

(k)