Binpêkirinên komên çekdar li dijî şêniyên Til Eranê

Şêniyên bajarokê Til Eranê yê li rojhilatê Helebê rastî tewan û binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Şamê tên.

Binpêkirinên komên çekdar li dijî şêniyên Til Eranê
23 hezîran, 2025   11:50
HELEB
MIHEMED EBDO

Çavkaniyên xwecih ji ajansa me re diyar kir ku şêniyên bajarokê Til Eranê yê li rojhilatê Helebê ku di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ye, rastî binpêkirinên komên çekdar tên. Di demên dawîn de şênî rastî kiryarên revandin, xwestina pereyan, êrişên fizîkî û devkî, ferzkirina bacên derqanûnî tên. 

21`ê Hezîranê, komeke ku xwe wek girêdayî Ewlehiya Leşkerî da nasîn, bazirganê bi navê Zekeriya Mistefa Beşar ji bajarokê Til Eranê bi zora çekan revand û bi qasî 90 hezar dolar û 10 kîlo zêr dizîn.

Piştî bûyerê koma çekdar gefa kuştinê li birayê kesê revandî xwar, eger li birayê xwe bipirse. Birayên bi navê Xelîl û Xalid Mihemed Beşar hatin revandin.

Hêzên ewlekariyê yên girêdayî hikumeta Şamê 8 şêniyên bajarok ên Kurd, ji ber ku lihevhatineke civakî di navbera du malbatan de pêk anî, revandin. Li gor zanyariyan, berpirsên van girtinan kesên bi navên “Ebû Daûd” û “Ebû Huzeyfe” ne.

Kesên ku hatine revandin ev in: Cumaa Mihemed Faris, Îbrahîm Mihemed Faris, Cumaa Remezan Faris, Mihemed Husên Faris, Salih Yehya Faris, Hesen Ubeyd Faris, Munewer Îsmaîl û Ramî Îsmaîl.

Her wiha di 22’yê Hezîranê de komên çekdar êrişî şêniyên bajarokê Til Eranê kir. Piştî vê êrişê komeke ciwan hatin revandin.

(k)