33 partî û rêxistin: Hikumeta Şamê berpirsa êrişa li Diwêlayê ye

33 partî û hêzên siyasî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li dijî Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla ya Şamê şermezar kir û xwest der barê êrişê de lêpirsîn were kirin û tawanbar bêne darizandin.

33 partî û rêxistin: Hikumeta Şamê berpirsa êrişa li Diwêlayê ye
23 hezîran, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

33 partî, rêxistin û hêzên siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş êrişa li ser Dêra Mar Elyas s li Şamê şermezar kir.

Di daxuyaniya partî û hêzên siyasî de hat gotin: "Em êrişa terorîst a hovane ya ku di 22’yê Hezîrana 2025`an de li Dêra Mar Elyas li taxa Diwêla ya Şamê pêk hat, bi tundî şermezar dikin.”

Hêzên siyasî di daxuyaniya xwe de diyar kir: "Ev kiryara tawankar a tirsonek binpêkirineke pîroziya cihên olî û mafên mirovan e û li dijî hemû nirxên jiyana hevbeş û aştiya navxweyî ye.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilata Şamê berpirsa vê "êrişa terorê” ye, ji ber ku wê rê daye komên çekdar ên derveyî qanûnê "tevliheviyê bikin û aramiya welatiyan têk bibin.”

Her wiha hate gotin: "Ev kiryara terorîstî berdewama sûcên li peravên Sûriyeyê ye ku bi hezaran sivîl di Adara 2025`an de hatin kuştin.”

Partî û hêzên siyasî di daxuyaniya xwe de ji rayedarên hikumeta derbasbûnê ya Şamê xwest der barê êrişê de lêpirsîn were kirin û tawanbar bêne darizandin. Her wiha bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku piştgiriya gelê Sûriyeyê bikin ji bo pêkanîna dadwerî û aramiyê û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê.