MÎT’ê li dijî Kurdên li Swêdê plana êrişan çêkiriye

Hat diyarkirin ku îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) li hember welatparêzên Kurd ên li Swêdê dijîn, planên êrişan çêkirine.

MÎT’ê li dijî Kurdên li Swêdê plana êrişan çêkiriye
15 hezîran 2024   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatine bidestxistin, MÎT’a dewleta Tirk a dagirker, hin kes erkdar kirine ku li Swedê êrişî welatparêzên Kurd bikin. 

Heman çavkaniyan da zanîn ku ev agahî ji hinek belgeyên MÎT ê derketine holê û di wan belgeyan de navên hin welatparêzan hene.

Piştî ev agahî belav bûn, welatparêzên ku tê gotin navên wan di lîsteyê de hene, serî li saziyên ewlekariyê yên li Swêdê da û daxwaza parastinê kir. Welatparêzan di serlêdanê xwe de belgeyên ku navên wan tê de hene jî pêşkeşî saziyan kirin.

ANHA