Ji bo şehîd Silêman El Ebdullah taziye hat qebûlkirin

Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Silêman El Ebdullah û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin.

Ji bo şehîd Silêman El Ebdullah taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Silêman El Ebdullah taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Silêman El Ebdullah taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Silêman El Ebdullah taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Silêman El Ebdullah taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Silêman El Ebdullah taziye hat qebûlkirin
15 hezîran 2024   14:04
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê ya kantona Cizîrê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîma sersaxiyê yê şehîd Silêman El Ebdullah bûn ku li pêşiya mala wî ya li Qamişloyê hatiye lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Casim sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwest û got: "Me ji cîhanê hemûyê re îsbat kir ku em gelek in. Ji bo parastina vê axê, xwîna ciwanên tevahiya pêkhateyên herêmê têkilî hev bû. Em ê li hember tevahî êrişkeran li ber xwe bidin."

Hevseroka Desteya Hundirîn Hemrîn Elî jî sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd Silêman bi rihekî berpirsyar karê xwe dikir. Ji bo tevahî endaman mînak bû. Em ji gelê xwe re dibêjin, ji destpêka şoreşê ve em herêmê diparêzin. Em ê rêya xwe li ser şopa şehîdên azadiyê û felsefeya neteweya demokratîk bidomînin."

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîşê Silêman Yûsif El Ebdullah roja pêncşemê (13’ê Hezîranê) dema xwest şerê li Qamişloyê yê di navbera du malbatan de bi dawî bike, şehîd bûbû.

(şx)

ANHA