Ji ber buhabûnê nikarin pêdiviyên cejnê bikirin
Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ku di bin dorpêça hikumeta Şamê de ne, li sûkan digerin, lê ji ber buhabûna zêde nikarin pêdivî û şêraniyên cejna Qurbanê bikirin.
Hikumeta Şamê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne û li beramberî derbaskirina kel û pelan ji bo her du taxan, bacan distîne. Di encamê de buha zêde bûne û tevgera kirînê lawaz bûye.
Bi hatina cejna Qurbanê re şêniyên her du taxan li sûkan digerin, lê ji ber buhabûnê nikarin pêdivî û şêraniyên cejnê bikirin.
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê buhabûna pêdiviyan li gorî par ji sedî 30 heta 50 ye.
Jina bi navê Hîba Mihemed li sûkê der barê tevgera beriya rojên cejnê de got: "Hewayê cejnê heye, lê buhabûn êşek e. Yên ku cilan dikirin, nikarin şêraniyan bikirin an yên ku şêraniyê bikirin nikarin cilan bikirin. Em bi vê hêvî ne ku ev derd bi dawî bibe.”
(bb)
ANHA