Mezlûm Ebdî: Xebatên ji bo çareserkirina siberoja zanîngehên Kobanê û Rojava didomin

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî di civînekê li gel şêniyên Amûdê de diyar kir ku hewldanên ji berdewamiya xebata fakulte û peymangehên zanîngehên Kobanê û Rojava didomin.

Mezlûm Ebdî: Xebatên ji bo çareserkirina siberoja zanîngehên Kobanê û Rojava didomin
Mezlûm Ebdî: Xebatên ji bo çareserkirina siberoja zanîngehên Kobanê û Rojava didomin
Mezlûm Ebdî: Xebatên ji bo çareserkirina siberoja zanîngehên Kobanê û Rojava didomin
Mezlûm Ebdî: Xebatên ji bo çareserkirina siberoja zanîngehên Kobanê û Rojava didomin
Mezlûm Ebdî: Xebatên ji bo çareserkirina siberoja zanîngehên Kobanê û Rojava didomin
Mezlûm Ebdî: Xebatên ji bo çareserkirina siberoja zanîngehên Kobanê û Rojava didomin
21 cotmeh, 2026   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi şêniyên Amûdê re civînek li dar xist û pêşketinên dawîn û bûyerên heyî nirxandin.

Beşdaran her wiha li ser çawaniya derbaskirina arîşeyên heyî gobûbêj kirin û pêşniyar û nêrînên xwe anîn ziman.

Der barê zanîngehan de, Ebdî diyar kir ku ji bo dîtina çareseriyeke guncaw ji bo berdewamiya xebata fakulte û peymangehên zanîngehên Kobanê û Rojava berdewam dikin. Her wiha destnîşan kir ku hîn lihevkirineke dawîn li ser rewşa wan nehatiye kirin.

Ebdî diyar kir ku divê xwendekar dibistana amadehiyê di pêvajoya hevyazbariyê de ku îsal ji hêla Wezareta Xwendina Bilind ve hatiye ragihandin, xwe qeyd bikin da ku ji xwendina xwe ya îsal bê par nemînin heya ku çareseriyeke dawîn têkildarî berdewamiya xebata van fakulte û saziyan di sala bê de were peydakirin.

(k)

ANHA