Mewsima kesixandina daran dest pê kir

Pabendiya cotkaran bi şîretên çandiniyê di mewsima kesixandina daran de dihêle zirarên ku li daran dibin kêm bibin û berhemên wan baştir bibin.

Mewsima kesixandina daran dest pê kir
Mewsima kesixandina daran dest pê kir
Mewsima kesixandina daran dest pê kir
Mewsima kesixandina daran dest pê kir
Mewsima kesixandina daran dest pê kir
Mewsima kesixandina daran dest pê kir
Mewsima kesixandina daran dest pê kir
4 adar, 2024   09:15
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Cotkarê bi navê Ebdurehman (60) der barê girîngiya kesixandina daran got: "Kesixandina daran hîn didome. Em şaxên zêde û hişk qut dikin, axa li derdora daran paqij dikin û cot dikin û axa ku hatiye cotkirin semad dikin.”

Ebdurehman li nêzî dara hejîrê ya kesixandî hin şax û çiqilên ku kesixandine kom dike, da ku paşê wan bi kar bîne.

Ew wan şaxan li derekê bi awayekî demkî diçîne da ku bibin şitil û dûre li cihê wan biçîne û bibin dar.

Endezyarê çandiniyê û xwediyê şitilgeha ‘El Tîqenî El Zîraî’ ya Qamişloyê Azad Elî destnîşan kir ku ji bo kesixandinê pisporî pêwîst e. Ji bo her cureyekî daran demeke taybet a kesixandinê heye.

Elî wiha domand: "Hemû dar divê bên kesixandin. Dema herî guncaw a kesixandinê jî di navbera zivistan û biharê de ye. Ji ber ku di vê demê de zirar nagihêje darê û rewşa hewayê jî baş e."

Têkildarî sûda kesixandinê Elî got: "Kesixandin gelekî sûdar e. Ew dihêle berhem baş be. Çiqil û şaxên mirî jî ji darê tên rakirin û dar bi awayekî baştir mezin dibe."

Ji bo ku ev zirar negihîje daran Elî got: "Divê darbir (meqes) paqij be da ku nexweşî derbasî daran nebin. Cureyê dara ku tê kesixandin jî divê bê naskirin, ji ber ku her cureyek bi awayekî tê kesixandin. Bo nimûne mêwên xwecih şaxa piştî 3 gupikan tê kesixandin. Lê belê darên biyanî şaxê piştî 10 gupikan tê kesixandin."

Elî diyar kir ku pêwîst e dar di vê demê de bên kesixandin û qelem û tovên darên xemilandinê, fêkî û sebzeyên havînê jî bên çandin.

(mh)

ANHA