Medyaya erebî: Şerê li dijî Îranê herêmê dixe nav pevçûneke vekirî

Berdewama şerê Îsraîl-DYA’yê yê li dijî Îranê, bêyî armancên zelal ên ji bo guhertina rejîmê, dikare herêmê bixe nav pevçûnên vekirî. Şîrovekaran diyar ku divê DYA û Îsraîl armancên xwe ji nû ve binirxînin û pêşketinên navxweyî bi baldarî bişopînin.

Medyaya erebî: Şerê li dijî Îranê herêmê dixe nav pevçûneke vekirî
6 adar, 2026   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê yê li dijî Îranê û bersivên Îranê gur bûne. Şîrovekar û çavdêr balê dikişînin ser bandorên wê yên leşkerî û siyasî ji bo Îran, welatên Kendavê û Rojhilata Navîn.

Şîroveyên rojname û dezgehên medyaya erebî yên îro nîşan didin ku armanca sereke ya vê kampanyayê ew e ku hêzên leşkerî yên Îranê; tesîsên nukleerî, mûşekên balîstîk û hêzên hewayî, têk bibe. Di vê navberê de, pêvajoya guhertina rejîmê ne diyar e, Washington li alternatîfên navxweyî an jî komên opozîsyonê digere da ku di siberojê de desthilatdariyê bigirin ser xwe.

Şîrovekar dibêjin pevçûn ne tenê li Rojhilata Navîn in, lê ji bo ji nû ve xêzkirina hevsengiyên hêzê yên herêmî û navneteweyî, beşeke stratejiyeke berfirehtir a DYA`yê ne. Armanca vê stratejiyê ew e ku berjewendiyên Washingtonê misoger bike û bandora Îranê lawaz bike û bandorên wê bigihêjin deverên Venezuela û Qiloçê Afrîkayê.

Li gorî hin şîroveyên din tevgerên Hizbullahê û hêzên ku Îran piştgiriyê dide wan li Lubnanê ne ji bo serkeftineke leşkerî ne, lê belê wekî amûr di stratejiyeke berfirehtir a Îranê de kar dikin. Ev yek bûye sedema windahiyên girîng ku dikarin bandorê li hêza alîgirên Îranê û bandora rejîmê bikin.

Der barê dewletên Kendavê de, şîrove û nêrînên nivîskaran destnîşan kiriye ku wan li dijî mûşek û dronên Îranê “hêza parastinê ya bêhempa” nîşan daye, li gel hevrêziyeke pêşketî di navbera artêşên wan de ji bo dan û standina agahiyan û pêşîgirtina gefan.

Li gorî wan van şîroveyan yekkirina hêzên Kendavê ji hêla siyasî û leşkerî ve ji bo xurtkirina ewlehiya herêmî bûye girîngiyek. Her wiha destnîşan kirin ku encama êrişên Îranê bi pêşketinên di nava Îranê de û serkeftina êrişên hevbeş ên li dijî hêzên leşkerî yên rejîmê ve girêdayî ye.

(k)