Li gundewarê Idlibê teqîn çêbû

Li gundewarê Îdlibê teqîn çêbûn, ji hundir û derdora Balafirgeha Teftenazê jî toz û duman bilind bûn.

Li gundewarê Idlibê teqîn çêbû
2 cotmeh, 2026   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegianên me li ser zimanê çavkaniyên herêmî ragihand ku di demjimêrên dawî de li derdora Balafirgeha Teftenazê li gundewarê Îdlibê teqîn hatine bihîstin, dû û toz ji hundir û derdora balafirgehê bilind bûne.

Çavkaniyan diyar kirin ku nêzîkî saetek berê teqînek çêbûye, dengê wê li herêmê hatiye bihîstin, ji hundir û derdora Balafirgeha Teftenazê jî toz û duman bilind bûn.

Her aiha piştî demek kurt 2 teqînên din li herêmê çêbûn.

Der barê sedemên teqînan de ti agahî bi dest neketine.

(k)

ANHA