Meclisa Tirkiyeyê  dê heta 6’ê Tebaxê kar bike

Meclisa Tirkiyeyê dema batlaneyê xwe dirêj kir û dê heta 6’ê Tebaxê kar bike.

Meclisa Tirkiyeyê  dê heta 6’ê Tebaxê kar bike
29 tîrmeh, 2026   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Batlaneya Meclisa Tirkiyeyê careke din hat dirêjkirin. Diviyabû Meclis di 1’ê Tîrmehê de dest bi betlaneyê bikira lê ji ber pêvajoyê dema karkirina xwe careke din dirêj kir û dê di 6’ê Tebaxê de dest bi batalaneyê bike. 

Meclisa Tirkiyeyê duh bi pêşniyara AKP’ê di Desteya Giştî de biryar girt ku xebatên xwe heta 6’ê Tebaxê bidomîne.

Meclis dê ji bo rojevên weke, guherandina qanûna perwerdehiya bilind, qanûna parastina zarokan, peymanên navneteweyî û qanûna çarçoveyî xebatên xwe bidomîne.