Di rojekê de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

Duh li seranserê Sûriyeyê di bûyerên kuştin, teqîna mayinan û gulebaranan de 11 kes hatin kuştin.

Di rojekê de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin
29 tîrmeh, 2026   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li parêzgehên Sûriyeyê rêzebûyerên cuda qewimîn ku di encamê de 11 kes hatin kuştin.

Li bajarê El Dûmeyrê yê gundewarên Şamê xortek dema ku çekek bi kar dianî, bi guleyekê mir. Her wiha, di dema xebata kolandinê ya li nêzî tabûra "Bala" de, termên 4 kesan hatin dîtin ku tê gumankirin di dema rejîma Baasê de hatine veşartin.

Li Humsê, xortek li ser banê mala xwe ya li Taxa Ermeniyan bi guleyek şaş hate kuştin.

Di heman demê de, endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî li nêzî bajarokê Kabana yê Lazkiyê bi teqîna mayinekê hate kuştin. Li gundewarê Helebê, jineke ciwan a astengdar li gundê Xirbet Şahab ​​hate kuştin.

Di heman demê de, li nêzîkî gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ya Efrînê şêniyek dema ku li ser zeviyên xwe yên çandiniyê dixebitî, bi guleyên kesên nenas hate kuştin.

Li gundê Duweyr El Ekrad ê Hemayê kesek ji ber teqîna mayinekê hate kuştin.

Her wiha, şêniyên gundewarên Idlibê di dema firehkirina rêya di navbera bajarên Idlib û Erîhayê de termên zilamekî nenas dît.

(k)

ANHA