Heşdî Şabî: Kuştî û birîndarên me hene

Desteya Heşda Şeebî ragihand di encama êrişên vê sibehê yên Amerîka û Erebistana Siudî de, ji hêzên me kuştî û birîndar hene.

Heşdî Şabî: Kuştî û birîndarên me hene
29 tîrmeh, 2026   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Heşdî Şabî bi daxuyaniyek ragihand, vê sibehê li deverên cûda yên Iraqê hin baregehên wan yên fermî ji aliyê Amerîka û Erebistana Siudî ve hatin hedefgirtin. Di encamê de kuştî û birîndar hene.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Armanca vê êrişê alozkirina rewşê ye, metirsîdare û binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Aliyên peywendidar rewşê dinirxînin, xebatên ji bo eşkerekirina ziyanên êrişê jî berdewam dikin.”

Vê sibehê çend navend û baregehek komên ser bi Heşdî Şabî li Musil, Amirlî, Kerbela, Kerkûk, Besra û Bexdayê ji aliyê Amerîka û Erebîstana Siudî ve hatin hedefgirtin.