Ji ber bahoza li Hesekê zirar bi konên koçberan bûn

Ji danê nîvro de li kantona Cizîrê bahoz rabû, di encamê de zirar bi konên koçberan bû û gelek darên li bajarê Hesekê ketin xwarê.

Ji ber bahoza li Hesekê zirar bi konên koçberan bûn
Ji ber bahoza li Hesekê zirar bi konên koçberan bûn
Ji ber bahoza li Hesekê zirar bi konên koçberan bûn
Ji ber bahoza li Hesekê zirar bi konên koçberan bûn
Ji ber bahoza li Hesekê zirar bi konên koçberan bûn
Ji ber bahoza li Hesekê zirar bi konên koçberan bûn
Ji ber bahoza li Hesekê zirar bi konên koçberan bûn
10 hezîran, 2024   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji danê nîvro de li kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bahoz û toz û peşkên baranê hene.

Di encama bahoza li gundewarê bajarê Çilaxa de 2 welatî ji ber firîna sacên ji ser malên li gundê Rimêd, birîndar bûn.

Li gorî nûçegihanê me yê li Hesekê, di encama bayê xurt de li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên ku tê de koçberên Serêkaniyê hene, zirar bi konan bûn, li kêlek wê jî gelek dar li bajêr ketin xwarê.

Li herêmê hewayeke toz heye, bijîşkan hişyarî da nexweşên bêhntengiyê ku dernekevin derve.

(fr)