Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane bi plansaziyeke berfireh bi dawî kir

Di civîna salane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, plansaziyek berfireh di qadên siyasî, civakî, xizmetguzarî, dîplomasî û ewlekarî de hat danîn.

Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane bi plansaziyeke berfireh bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane bi plansaziyeke berfireh bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane bi plansaziyeke berfireh bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane bi plansaziyeke berfireh bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane bi plansaziyeke berfireh bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane bi plansaziyeke berfireh bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane bi plansaziyeke berfireh bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane bi plansaziyeke berfireh bi dawî kir
26 sibat, 2024   19:45
REQA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de hevseroketiya meclisê, cîgirên hevseroketiyê, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser û meclisên rêveber ên kantonan beşdar bûn.

Civîn li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê li dar ket.

Di serî de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên El Osman bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn, encamên Buhara Gelan a 2011'an û bandora wê li ser pêşeroja herêmê.

Di rapora siyasî de girîngî li ser rewşa Sûriyeyê hat dayîn. Wek geşedanên siyasî û însiyatîfên hin dewletan ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî (NY).

Piştre raporên salane yên deste û nivîsgehên Meclisa Rêveber hatin xwendin, xebatên wan ên ku di sala borî de pêk anîne, plansaziya her desteyekê û rewşa wan a rêxistinî hatin pêşkêşkirin.

Piştî xwendina raporên salane deriyê nîqaşê hat vekirin. Xebatên salane û danîna plansaziyan ji bo pêşxistina xebatê di hemû qadan de, hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid encamname û armancên sala nû xwendin û wiha ne;

Di qada siyasî de:

Xebitîna li gorî pîvanên navneteweyî ji bo belgekirina binpêkirinên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser û pêşkêşkirina wan di dadgehên navneteweyî de.

Domandina xebata siyasî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê li gorî biryara 2254ˊan û xebitîna li gorî beyannameya Rêveberiya Xweser a çareserkirina krîza Sûriyeyê.

Domandina xebatê ji bo bidestxistina naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser û pêkhateyên din di çarçoveya çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de.

Piştgirîdayîna ji bo berdewama diyaloga di navbera aliyên Kurdî û aliyên Kurdî-Erebî de di çarçoveya diyaloga (Sûrî-Sûrî) û avakirina opozîsyoneke niştîmanî dûrî ajandeyên derve.

Pêşxistina xebata Daîreya Têkiliyên Derve û pêkanîna têkiliyan bi dewletên herêmî û navneteweyî re bi taybetî dewletên Erebî bi rêya vekirina nûnertiyên nû yên Rêveberiya Xweser.

Xebitîna dîplomasî di çarçoveya çareserkirina krîza Sûriyeyê de li gorî beyannameya siyasî.

Xebitîna ji bo rizgarkirina tevahî xaka Sûriyeyê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi rêbazên qanûnî.

Xebitîna ji bo vekirina deriyê Til Koçer ji bo gihandina alîkariyên mirovî.

Pêşxistina dîplomasiya perwerdehî, tenduristî û şaredariyan.

Di qada ewlekarî û leşkerî de:

Parastina ewlehî û aramiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Parastina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişan li gorî baweriya yekitiya xaka Sûriyeyê.

Pêşxistina parastin û berxwedana li hember êrişên derve û hişyarkirina gel ji bo parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser.

Piştgirîdayîna aliyên ewlekarî ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ'ê û yên ajandeyên din, pêkanîna aramiyê û bidawîkirina diyardeyên li dijî çand û kevneşopiya civaka me.

Teşwîqa ji bo tevlêbûna erkê Xweparastinê.

Di qada rêxistinî û karê rêveberî de:

Pêşxistina karê rêveberî û jinûve sazûmankirina Rêveberiya Xweser li gor. Hevpeymana Civakî ya nû. Domandina sazûmankirina deste, nivîsgeh û rêveberiyan li gorî rêzikname, qanûnan û dayîna daxuyaniyan der barê vê yekê de.

Pêkanîna hilbijartinan di 2024'an de.

Pêkanîna hemû projeyên xizmetguzarî yên 2024'an li gorî plansaziya ku hatiye erêkirin.

Pêşxistina çavdêrî û şopandinê ya têkoşîna li dijî gendeliyê.

Domandina vekirina perwerdeyan ji bo karmendên akademiyan.

Xebitîna li ser sivikkirina bîroqratiyê di dan û standinan de ku bar li ser welatiyan sivik be, lezdana mekanîzmaya xebatê li kanton, deste û nivîsgehan û aktrîka posta elektronîk.

Pêşxistina xebatên ragihandinê û karmendên wê da ku bikarin geşedanên vê qonaxê li herêmê veguhêzin.

Domandina xebatên serjimariyê.

Xebitîna ji bo pêkanîna encamnameya civîna salane ya Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Pêşxistina binesaziya jîr û xebatên dîjîtal.

Lidarxistina hemleyên hişyarkirina ji madeyên hişbir û têkoşîna li dijî wan.

 Di qada xizmetguzarî de:

Domandina pêşkêşkirina madeyên sereke (ard - derman - sotemenî).

Domandina projeya kişandina ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê.

Dayîna girîngiyê ji bo projeyên xizmetguzarî yên binesaziya ku di topbarana dagirkeriya Tirk de hatiye wêrankirin, qîrkirina rêyan, çaksazkirina piran û danîna torên avê û kanalîzasyonan.

Parastina jîngehê û çareserkirina qirêjiya jîngehî bi hemû cûreyên wê.

Zêdekirina rûbera keskahiyê li deverên ziwa.

Bikaranîna baş û guncaw a avê û kêmkirina bikaranîna wê.

Piştgirîdayîna saktora tenduristiyê bi rêya çaksazkirina nexweşxaneyên ku hatine wêrankirin, navendên tenduristiyê, peydakirina pêdiviyên wan û avakirina nexweşxaneyên nû.

Piştgirîdayîna saktora perwerdehiyê û şopandina çaksazkirina dibistanan, avakirina dibistanên nû, yekkirina minhacên perwerdehiyê û peydakirina pirtûkên dibistanan.

Şopandina berfirehkirina plansaziyên rêxistinî li gorî hewcedariyê û kêmkirina avakirina bêserûber.

Piştgirîdayîna ciwanan, dayîna girîngiyê ji bo saziyên werzîşê, avakirina saziyên werzîşê yên nû û damezrandina navendên pêşxistina ciwanan li hemû deveran.

Piştgirîdayîna saktora çand û geştyariyê, parastina şûnwaran û kultûrê û şopandina belgekirina binpêkirinên li dijî deverên şûnwaran û pêşkêşkirina wan ji aliyên berpirs re.

Pêşxistina çavdêrî û şopandina sûk, aş û firneyan ji bo pêşxistina cûreyê nên.

Di qada projeyên pêşxistinî de:

Teşwîq û dabînkirina jîngeheke guncaw ji projeyan û fînansmenên taybet bi armanca xwegihandina xwetêrkirinê.

 Teşwîqkirina saktorên berhemdar ên ku xwe dispêrin berhemên xwecih, peydakirina derfetên kar û peydakirina pêdiviyên welatiyan bi nirxên kêm.

Pêxistina koperatîfan û pêşkêşkirina desteka guncaw.

Pêşxistina saktora çandiniyê, peydakirina pêdiviyên çandiniyê wek semad, tov û dermanan û girîngîdayîna dewlemendiya ajalan.

Piştgirîdayîna saktora enerjiyê, kêmkirina bikaranîna wê û xebatkirina ji bo enerjiya alternatîf.

Di qada malbatên şehîdan, kampan û kar û barên mirovî de:

Şopandina xebatên li goristana şehîdan û dayîna girîngiyê ji bo zarok û malbatên şehîdan.

Girîngîdayîna kar û barên kampan, pêşxistina rewşa koçberan û xebitîna li ser hemû rêbazan ji bo vegerandina wan li warê wan.

Birêvebirina dosyaya mirovî, wek dosyayek yekgirtî bi wê re mijûlkirin û piştgirîkirina Dezgeha Kar û barên Rêxistinan di pêkanîna stratejiya xwe de.

Berfirehkirina xebatên peydakirina derfetên kar ji bo zarokên şehîdan bi rêya projeyên aborê.

Xebitîna ji bo yekkirina kampên bêserûber ên li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(mh)

ANHA