Balafirên Tirkiyeyê Zap, Metîna û Garê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Zap, Metîna û Garê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Balafirên Tirkiyeyê Zap, Metîna û Garê bombebaran kirin
26 sibat, 2024   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

 Hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Zap, Metîna û Garê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Zap, Metîna û Garê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Çavkaniyên herêmê diyar kir ku bombebaran hîn jî didome, der barê ziyanên canî yên bombebaranê de tu agahiyên zelal bi dest neketin.