Meclisa Rêveber a Tîma Efrînê ya Werzîşê ji nû ve hat avakirin

Li ser biryara Wezareta Werzîş û Ciwanan, Meclisa Rêveber a Tîma Efrînê ya Werzîşê ji nû ve hat avakirin.

Meclisa Rêveber a Tîma Efrînê ya Werzîşê ji nû ve hat avakirin
27 tîrmeh, 2026   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Werzîş û Ciwanan bi Biryarnameya 59‘an, Meclisa Rêveber a Tîma Efrînê ya Werzîşê ji nû ve ava kir.

Biryara ji nû ve avakirina meclisê li ser daxwaza tîma Efrînê û Gerînendetiya Werzîş û Ciwanan a Helebê, piştî îstîfaya serok û endamên meclisa berê, pêk hat.

Rêveberê nû yê meclisê Ehmed Erslan Medo ye û endamên wê Yûsif Mihemed Elî Hemade, Şadî Hesen Qiraa, Dînar Elî Mursel û Hogir Hikumet Codar in.

Di biryarê de hat diyarkirin ku pêvajoya radestkirin û wergirtina kar di navbera meclisa berê û ya nû de dê bi belgeyeke fermî û di bin çavdêriya Rêveberiya Werzîş û Ciwanan a Helebê de were kirin. Her wiha serokê meclisa nû dê li gorî rêgezên pejirandî banga civînekê endamên meclisê bike.

Di biryarê de îşaret bi qebûlkirina îsitîfayê û ji nû ve avakirina meclisê hatiye kirin.

(bb)