Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê konferansa 3′yan li dar xist

Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê Konferansa xwe ya 3′yan li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi dirûşma "Partiya me paşeroja me ye, Rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriye me dike yek" li dar xist.

Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê konferansa 3′yan li dar xist
Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê konferansa 3′yan li dar xist
Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê konferansa 3′yan li dar xist
Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê konferansa 3′yan li dar xist
Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê konferansa 3′yan li dar xist
Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê konferansa 3′yan li dar xist
Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê konferansa 3′yan li dar xist
4 ÇILE, 2024   20:11
DÊRAZOR

Di konferansê de rûspî, serokeşîr, siyasetmedar, leşker, nûnerên saziyên sivîl û endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojêy a Dêrazorê beşdar bûn.

Serokê meclisa partiyê Tamir El Şemerî bixêrhatina beşdaran kir û lidarxistina 3'emîn konfernasê pîroz kir.

Piştre endamê meclisa partiyê Ebqurezaq El Rehîm nirxandinên siyasî xwendin.

El Rehîm wiha got: "Dewletên derve hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin û fîtneyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de peyda bike. Em jî ji bo têkbirina fikrê tundraw û parastina destkeftiyên xwe ji gefên derdorê, li pişta hêzên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ne."

Piştre karê partiyê li Dêrazorê di aliyê rêxistinî de hat nirxandin û teqezî bi pêşxistina rexnekirinê û xwedîderketina li erkên partiyê û endamên wê hat dayîn.

Dûre beşdaran nêrînên xwe der barê rewşa rêxistinî ya çalakiyên partiyê de parve kirin ku piraniya wan li ser domandina pergala aştiyane û berfirehkirina bingeha gelêrî ya partiyê, pêşxistina karê rêxistinî û belavkirina partiyê û armancên wê bi rêya rêbazên heyî bûn.

Mecliseke nû ji 35 endaman ku tê de jin û ciwan cih girtin hat hilbijartin. Tamir El Şemerî wek serokê meclisê û Muna El Hemadî wek cîgira seroketiya meclisê hatin erkdarkirin.

Di dawiyê de daxuyanî ji aliyê Tamir El Şemerî ve hat xwendin.

(mh)

ANHA