Meclisa Edaletê ya Efrîn û Şehbayê tecrîd şermezar kir

Meclisa Edaletê ya kantona Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Meclisa Edaletê ya Efrîn û Şehbayê tecrîd şermezar kir
4 ÇILE, 2024   17:27
ŞEHBA

Meclisa Edaletê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtina parêzer û malbatê bi Rêber Abdullah Ocalan re şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya gundê Til Sosin ê kantona Şehbayê ji aliyê endamê Dîwana Dadgehê Subhî El Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta AKP'ê piştî zêdetirî 20 salan ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina hemû pîvan û qanûnên navnetweyî didomîne û armanca wê têkbirina îradeya gel e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina binesaziyan sûcên şer in û li hember wê cîhan bê deng e, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mafên girtiyan û mirovan dikin ku van binpêkirinan bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

(mh)

ANHA