Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Roja Şehîdan bi bîr anî

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi tevlêbûna xelkê bajêr û malbatên şehîdan civînek ji bo bibîranîna Roja Şehîdan li hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Roja Şehîdan bi bîr anî
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Roja Şehîdan bi bîr anî
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Roja Şehîdan bi bîr anî
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Roja Şehîdan bi bîr anî
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Roja Şehîdan bi bîr anî
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Roja Şehîdan bi bîr anî
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Roja Şehîdan bi bîr anî
18 gulan, 2026   22:50
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi amadebûna xelkê bajêr, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û meclisên bajêr û Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif civînek li hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan organîze kir.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre Foza Yûsif şehîdên Meha Gulanê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Foza got: "Ji destpêka rêwîtiya azadiyê ve me bi hezaran şehîd dan, bi hezaran keç û xortan di oxira azadî û parastian vî gelî de canê xwe feda kir. Îro jî ev rêwîtî bi têkoşîna li ser rêça şehîdan û dilsoziya bi wan re didome."

Foza di dawama axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de fedekariyên mezin dane.

Girêdayî mijarê Foza got: "Yên ku di vê dawiyê de êrişî Rojava kir hewl da ku komkujiyên din li dijî gelê me pêk bînin. Lê berxwedana gel û fedekariyên şehîdan ji berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bigire heta bi Kobanê û Hesekê, her wiha serhildana gelê Kurd li tevahî Kurdistanê û seranserî cîhanê rê li ber van komkujiyan girt."

Di dawiyê de Foza anî ziman ku "Têkoşîna me didome û wek îdiayên tên kirin bi dawî nebûye. Têkoşîna me ya li ser şopa şehîdan heta pêkanîna azadî û edaletê ji gelê me re berdewam e. Ji lew re divê gelê me xwedî moralên bilind bin ku em vê rêyê temam bikin."

Civîn bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA