Mazota zivistanê tê belavkirin

Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi belavkirina mazota ji bo zivistanê kir. Tenê li Cizîrê wê li ser zêdetirî 425 hezar malbatan mazot bê belavkirin.

Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
Mazota zivistanê tê belavkirin
7 hezîran, 2024   07:35
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê her sal ji demsala havînê ve mazota ji bo zivistanê li welatiyan belav dike. Belavkirin ji meha Gulanê destpê dike û heta 1’ê Çileyê didome. 

Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê îsal jî di meha Gulanê de dest bi belavkirina mazotê kiriye.

Li kantonên 7 kantonên herêmê ev zêdetirî 10 roj e ekîbên rêveberiya sotemeniyê mazotê li welatiyan belav dikin.

Belavkirina mazotê li gorî lîsteyên ku ji aliyê komînan ve hatine amadekirin, pêk tê. Lewma di dema belavkirinê de endamên komînan jî amade dibin. Li gorî agahiyên rêveberiyê wê di demên pêş de li kantonên din jî (Dêrazor, Tebqa, Firat, Minbic, Efrin-Şehba) bê belavkirin.

LI CIZÎRÊ WÊ LI 425 HEZAR MALBATAN BÊ BELAVKIRIN

Li kantona Cizîrê ku kantona herî mezin e, belavkirina mazotê 22’yê Gulanê destpê kiriye. Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê ji bo hemû gund, bajarok û bajaran 20 komîte ava kirine. 

Li gorî agahiyên ku gerînendetiyê dane, wê îsal ji bo zêdetirî 425 hezar malbatan mazot bê dayîn. Ji bo her malbatekê 300 lître mazot bi 7 centan tê dayîn.

Bi mijarê ve girêdayî, endamê Komîteya Sotemeniyê ya kantona MInbicê Bedir Mihemed diyar kir ku mazot li 17 taxên bajêr wek Ceyş El Şabî, Ekrem El Elî, şehîd Osama El Hisên, Şehîd Mele El Hemed, mezraya Çerkez, Newace Sexîr, Menkûbe, Mezaraya Menkûbe û Ceylawî, tê belavkirin.

Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15`ê Gulanê (2024) biryarnameya belavkirina mazota zivistanê dabû.

(sb/a)

ANHA

QAMIŞLO

MINBIC