`Bi saya Rêbertî me rastiya aloziyan û rêbazên çareseriyê nas kirin’

Ji beşdarên xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan Etiye Hacî diyar kir ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan wan rastiya aloziyên li Rojhilata Navîn û cîhanê û rêbazên çareseriyê nas kirine.

`Bi saya Rêbertî me rastiya aloziyan û rêbazên çareseriyê nas kirin’
`Bi saya Rêbertî me rastiya aloziyan û rêbazên çareseriyê nas kirin’
`Bi saya Rêbertî me rastiya aloziyan û rêbazên çareseriyê nas kirin’
`Bi saya Rêbertî me rastiya aloziyan û rêbazên çareseriyê nas kirin’
`Bi saya Rêbertî me rastiya aloziyan û rêbazên çareseriyê nas kirin’
7 hezîran, 2024   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Jin li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, di çarçoveya pênagava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan organize dikin.

Pirtûkên Rêbeber Abdullah Ocalan  her roja pêncşemê li navenda Kongra Star a li Çilaxa tên xwendin û nîqaş li ser têne kirin.

Heta niha 20 xelek hatine lidarxistin. Dema her xelekekê di navbera 5 û  6 saetan de ye. Jinan di wan xelekan de pirtûkên yekmîn û duyemîn ên Menîfesto Şaristaniya Demokratîk xwendin û niha dest bi xwendina pirtûka sêyemîn a bi navnîşan "Sosyolojiya Azadiyê" kirine.

Endama rêveberiya Kongra Star Etiye Hacî destnîşan kir ku piştî lidarxistina çalakiya wiha, êdî ji berê baştir aloziyên li Rojhilata Navîn û cîhanê nas dikin û rastiya têkoşînê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên bi girêk nas kirine.

Etiye Hacî diyar kir ku jin bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan  ê ku her tim ji bo azadî û demokrasiyê tê dikoşe ve girêdayî ne. Her wiha da zanîn ku jinan bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan asta xwe ya bîrdozî, siyasî û civakî pêş xistine.

Etiye Hacî di dawiyê de got, heta ku azadiyê fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin dê tê bikoşin, pirtûkên wî bixwînin û çalakiyan firehtir bikin.

(şx)

ANHA