3 hezar û 569 karmendan mûçeyên xwe wernegirtine

Li Hesekê 3 hezar û 569 xebatkarên Şaredariya Gel a Hesekê û yên Saziya Avê ev bûye 3 meh mûçeyê xwe wernegirtine.

3 hezar û 569 karmendan mûçeyên xwe wernegirtine
14 mijdar, 2026   07:25
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Li gorî çavkaniyeke taybet hejmara karmendên Rêveberiya Xweser ên li Saziya Avê ya Hesekê 319 karmend in û nêzî hezar û 500 karmend jî girêdayî hikumeta veguhêz in. Hejmara karmendên şaredariyê jî nêzî hezar 750 karmendî ne.

Di çarçoveya entegrasyonê de daneyên karmendan hatine pêşkêşkirin lê heyanî niha di aliyê qanûnî de pirsgirêk çareser nebûye û ev bûye nêzî 3 meh karmend mûçeyên xwe wernagirin.

Ev pirsgirêk ne tenê li bajarê Hesekê heye, her wiha li bajarê Şedadê, Ilwa, Siwer, Arîşa, Hol û Til Koçer jî heye. Karmendên wan herêman ev bûye nêzî 11 meh mûçeyên xwe wernegirtine.

PROJEYÊN ŞAREDARIYÊ RAWESTÎNE

Di aliyê xizmetguzarî de jî gelek projeyên Şaredariya Hesekê rawestiyane. Budçe nedane û madeyên sotemeniyê nîn in ku şaredarî bixebite. Ji ber vê yekê niha pirsgirêka çopê li bajarê Hesekê mezin bûye û çop komî ser hev bûye. Her wiha dema xetên kanalîzasyonê bixitimin şaredarî nikare veke. Ji ber ku mazot nîn e ku siwareyên xwe bi kar bînin. Xelk neçar dimîne ku mazotê ji siwareyên şaredariyê re bikire heyanî ku xetên kanalîzasyonê veke.

(np)

ANHA