Xwendekarên li Girkê Legê: Em ê têkoşîna ji bo zimanê kurdî berdewam bikin

Xwendekarên li bajarên Girkê Legê û Rimelanê diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bidomînin û da zanîn ku ew ê ji daxwazên xwe paşve gav neavêjin û dê xwepêşandanan bidomînin heta ku zimanê kurdî bi destûrî were naskirin.

Xwendekarên li Girkê Legê: Em ê têkoşîna ji bo zimanê kurdî berdewam bikin
14 mijdar, 2026   02:55
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bi 3 saetan di hefteyê de li dibistanan, xwendekarên li Girkê Legê û Rimelanê diyar kir ku ew ê beşdarî meş û xwepêşandanan bibin heta ku daxwazên wan werin bicihkirin. 

Di vê çarçoveyê de, xwendekara bi navê Dana Şemo diyar kir ku ew ê rojane xwepêşandanan bidomînin da ku daxwaza naskirina fermî ya zimanê kurdî bikin û mafê perwerdeyê bi zimanê kurdî garantî bikin. Her wiha da zanîn ku ziman nîşana hebûn û siberoja wan e.

Dana Şemo diyar kir ku zimanê kurdî mafekî gelê Kurd e û ew ji zarokatiyê ve bi zimanê kurdî dixwînin û destnîşan kir ku guhertina perwerdeya bi zimanê erebî dê bandoreke neyînî li siberoja wan a xwendinê bike.

Xwendekara bi nave Şêrîn Xelîl diyar kir ku ew ê ji bo zimanê xwe xwepêşandanan bidomînin û dê kêmkirina dersên zimanê kurdî qebûl nekin. Şêrînê diyar kir ku kurdî zimanê bav û kalên wan e û parastina wê berpirsiyariyek e ku dikeve ser milê nifşên niha.

Xwendekara bi navê Emgihan Mihemed jî rave kir ku ew ji destpêka sala xwendinê ve xwepêşandanan dikin ji bo ku mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî û naskirina fermî ya zimanê xwe bixwazin û destnîşan kir ku guhertina ji nişka ve ya bo zimanê Erebî dê bandorek mezin li ser siberoja wan a perwerdeyê bike.

Emgihanê bang li hikumeta veguhêz û rayedarên peywendîdar kir ku guh bidin daxwazên xwendekaran û çareseriyekê ji bo vê pirsgirêkê bibînin û diyar kir ku wan 9 salan bi kurdî xwendiya û perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê xwendekaran e.

Xwendekara bi nave Bêrîtan Mihemed diyar kir ku ew ê heta ku daxwazên wan werin bicihanîn, meş û çalakiyan li dar bixin û ji rayedarên peywendîdar û mamosteyan xwest ku piştgiriyê bidin xwendekaran û li kêleka wan bisekinin.

Bêrîtanê got daxwaza wan ne tenê bi berdewamiya perwerdeya wan bi zimanê kurdî ve sînordar e, lê di heman demê de ew dixwazin mafê nifşên siberojê yên fêrbûna bi zimanê dayikê jî garantî bikin. Wan destnîşan kir ku ew dixwazin zarokên wan di pêşerojê de bi kurdî fêr bibin û ew ê tu gaveke ku bandorê li pêşeroja wan a perwerdeyê bike qebûl nekin.

(k)

ANHA