Manîfestoya Neteweya Demokratîk li Helebê hat şîrovekirin

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD'ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke 3 rojan li dar xist.

25 kanûn, 2023   21:30
HELEB

Çalakî li kafîterya Telêt Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Di serî de berdevka Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo û rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sena Mihemed Elî bixêrhatina beşdaran kir.

'ÇARESERIYA DEMOKRATÎK A HEMÛ PIRSGIRÊKAN DI AZADIYA RÊBERTÎ DE YE'

Fehîme Hemo destnîşan kir ku ev çalakî ne ya yekemîn û dê ne ya dawîn be jî û ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidome û got: "Pêngava cîhanê li seranserî cîhanê belav bû ji ber ku êdî gelan bawer kiriye ku çareseriya demokratîk a pirsgirêkan di azadiya Rêbertî de ye."

Fehîme Hemo destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedema binketina wê di têkbirina destkeftiyên ku bi saya fikrê Rêber Abdullh Ocalan hatine bidestxistin in.

FIKREKÎ AŞTÎXWAZ

Her wiha, Sena Mihemed Elî wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan îradeya siyasî ya gelek gelên cîhanê û gelê Kurd bi taybetî temsîl dike, ji ber ku di fikrê xwe de banga aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên cîhanê dike.

Di dawiya axaftina xwe de Sena Mihemed Elî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Piştre bi sedan nûnerêb partiyên siyasî û saziyên sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe da cihê çalakiyê û li wir der barê parêznameya pêncemîn a Manîfestoya Neteweya Demokratîk "Pirsgirêka Kurd û çareseriya neteweya demokratîk" hat nîqaşkirin.

RÊYA PÊKANÎNA AZADIYÊ ŞOPANDINA 'FIKRÊ RÊBERTÎ YE'

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko piştgiriya xwe ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker anî ziman û got: "Jiyana birûmet a ku li Rojhilata Navîn tê armanckirin bi şopandina fikrê Rêber Abdullah Ocalan tê pêkanîn. Pêwîst e ji bo diyarkirina fikrên cûrbecûr ên Rêbertî teşeya rotînî ya çalakiyan bê guhartin."

'RÊBERTÎ ÎMRALÎ VEGUHAST AKADEMIYEKÊ'

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Kongra Star a Helebê Fatme Hesen destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguhast akademiyekê ku jê fikrê azad belav dike.

Fatme Bekir diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan aştiyê ji bo gelên cîhanê û gelên Rojhilata Navîn tîne.

Tê payîn ku di çalakiyên roja duyemîn de mijar ji Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk bên girtin û bi beşdaran re bê nîqaşkirin.

(mh)