Kargeha okesîjenê ya li Qamişloyê bû armanca êrişan

Kargeha oksîjenê ya yekane ya li Qamişloyê piştî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bomebarankirin, ji xizmetê derket.

Kargeha okesîjenê ya li Qamişloyê bû armanca êrişan
Kargeha okesîjenê ya li Qamişloyê bû armanca êrişan
Kargeha okesîjenê ya li Qamişloyê bû armanca êrişan
Kargeha okesîjenê ya li Qamişloyê bû armanca êrişan
Kargeha okesîjenê ya li Qamişloyê bû armanca êrişan
25 kanûn, 2023   22:06
QAMIŞLO

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker kargeha oksîjenê ya yekane li Qamişloyê ku Cotmeha 2021`an ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê ve hatibû vekirin, bombebaran kirin. Li gor berpirsên kargehê, piştî bombebaranê ji xizmetê derket. 

Kargeh li rojhilatê Qamişloyê ye û nêzî nexweşxana şûştina kurçikan e.

Dewleta Tirk a dagirker ji sibê ve bajarê Qamişlo û Kobanê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî bombebaran dike. Di êrişên xwe de navendên xizmetguzariyê, stratejîk û bazirganiyê kirin hedef. Di encamê de 8 welatî şehîd bûn û 13 din jî li her du bajarên birîndar bûn.

(şx)

ANHA