Mamosteyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin xelatkirin
Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê şahiyek li dar xist û diyar kir ku mamoste nîfşên nû li ser zanist, zanabûn û exlaqên baş digihîne.
Di her 5ʹê Cotmehê de ji 1994ʹan ve cîhan bi Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz dikin. Bi vê boneyê Rêxuistinên Civaka Demokratîk li kantona Reqayê li hola Yekitiya Dermanxaneyan şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de endamên Desteya Perwerdê, mamoste, endamên Meclisa Rêveber, Rêxistinên Civaka Demokratîk, Yekitiya Mamosteyan a Kantona Reqa, Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.
Hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Kantona Reqa Ebdulfetah El Meşor ev bone li tevahî mamosteyan pîroz kir û got: "Em îro li vir, li hember çêkerên jiyanê, fêrkerên nîfşan, her wiha kesên nirxên mirovahî û exlaqê baş di zarokan de diçînin rêzê digirin."
Hevserokê Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad El Hesen jî wiha got: "Em vê boneyê li tevahî mamosteyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Dema em dibêjin mamoste, peyama pêxember, fîlozof û zanyaran tê bîra me."
Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Zelîxe Ebdî jî ev bone li tevahî mamosteyan pîroz kir û got: "Ew qendîlên zanist û zanînê ne."
Şahî bi xelatkirina mamosteyên Reqa û Desteya Perwerdê û Fêrkirinê bi dawî bû.
TIRBESPIYÊ
Di vê çarçoveyê de Yekitiya Mamosteyan û rewşenbîrên Tirbespiyê li ser rola mamosteyan di gihandina nifşan û pirsgirêkên li hember perwerdê paneleke diyalogê li dar xist.
Beşdarên panelê diyar kir ku dibe ku beşa perwerdê di gelek destwerdanên derve re derbas bibe û armanca wan jî rola jinan di civakê de lawaz bikin û perwerdê ji naverokê vala bikin.
Beşdaran got pêwîst e aliyê fêrkirinê were bipêşxistin û di tevahî aliyan ve piştgiriya mamosteyan were kirin. Ji ber ku ew bingeha gihandina nifşan in.
(fr)
ANHA