Şehîd Nagîhan Akarsel li Tebqayê hat bibîranîn

Endamên Navenda Lêkolînên Jineolojî û rêxistinên jinan li kantona Tebqayê şehîd Nagîhan Akarsel di salvegera 2ʹyemîn a şehîdbûnê de bi bîr anî.

5 cotmeh, 2024   16:49
TEBQA

Di 2ʹyê Cotmehê de çalakiyên ʹRojên Jînerjîʹ yên ku ji bo bîranîna rojnamevan û Akademisyen şehîd Nagîhan Akarselê tên lidarxistin de dest pê kirin. 

Îro û di çarçoveya van kêliyan de Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya kantona Tebqayê bi navê ʹRêwîtiya dîroka jin bi mewal û helbestanʹ çalakiyek organîze kirin. Di çalakiyê de endamên Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Dayikên Aştiyê û Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê amade bûn.

Çalakî li Kafîteryeya Şemis a li taxa Sêyemîn a Tebqayê hat lidarxistin. Di çalakiyê de şêwirmenda Navenda Lêkolînên Jineolojî Zên Bêrîtan axivî û diyar kir ku hilbijartina wan ji sernavê vê çalakiyê re ji nêrîna şehîd Nagîhan a ku jinan di dîrokê de bi helbest û stranan êş û birînên xwe derdibirandin, pêk hat.

Dûre endaman mûm li ber wêneya şehîd Nagîhan Akarsel pêxistin û sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîn wê pêşkêş kirin.

Piştre berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî ya kantona Minbicê Mêrvet Mihemed axivî û soz da şehîd Nagîhan Akarsel ku bêrîkirin û xewnên wê bişopîne û têkoşîna wê dewam bike.

Çalakî bi stranên ji hêla koma Şehîd Hêlîn Cûdî ya Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê dewam kir, her wiha helbest û mewal bi zimanên Kurdî û Erebî hatin gotin.

(fr)

ANHA