Festîvala ‘Arîn Bisk û Zuflên Aştiyê’ dest pê kir
Desteya Çandî ya kantona Firatê bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Festîvala Şanoyê ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ya 3`yemîn li Kobanê da destpêkirin.
Festîval li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê dest pê kir. Bi sedan şênî, dayîia şehîd Arîn Mîrkan tev li merasîma destpêkirina festîvalê bûn ku bi dirûşma "Şano nasnameya hişmendiya civakî ye" li dar dikeve.
Destpêka festîvalê şanoyeke kurt bi navê "Bozan û keça bedew" hate pêşandan.
Dûre cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û got: "Çalakiya fedaî ya şehîd Arîn ku îro salvegera wê ye, li ser asta herêmê û Kurdistanê rê li pêşiya têkoşîna jinan vekir. Çalakiyên ku îro jin beşdarî wê dibin, berhema fedakariyên şehîdên mîna Arîn û hevalên wê ne."
Mizgîn wiha domand: "Şano û çalakiyên hunerî, ji bo ragihandina çandên civakî bi rêbazeke azad û demokratîk û derbirîna dozên gelan wesîle ye."
Li dû wê koma şanoyê ya ji Reqayê şanoyek bi navê "Komediya 7 Rojan" pêşan da.
Festival dê heta 12`ê Cotmehê bidome û di wan rojan de komên hunerî yên ji Heleb, Şehba, Reqa, Minbic, Tebqa û Kobanê dê berhemên xwe pêşan bidin.
Arîn Mîrkan ji Efrîna dagirkirî ye. Sala 1992`yan ji dayik bûye. 2007`an tev li refên tevgera azadiya Kurdistanê bûye. 5`ê Cotmeha 2014`an li Kobanê di berxwedana li hember êrişên çeteyên DAIŞ`ê de li Girê Miştenûrê bi çalakiyeke fedaî şehîd bû.
(şx)