Meşleb Tirkan bû hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê

Meşleb Nayîf Tirkan bû hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê.

Meşleb Tirkan bû hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê
7 gulan, 2024   15:27
REQA

Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê civîna xwe ya asayî li dar xist. Civîn bi amadebûna endamên meclisê, şêx û rûspiyên eşîrên kantonê pêk hat.

Di civînê de pêşniyara ku Meşleb Nayîf Tirkan bibe hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê hat xwendin û ket dengdanê. Tevahî endamên meclisê pêşniyar qebûl kir.

Meşleb Nayîf Tirkan ku li şûna Mihemed Nûr El Zîb wek hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê hat hilbijartin û sond xwar.

Meşleb Nayîf Tirkan beriya ku bibe hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê wek hevserokê Desteya Maf û Edaletê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitî.

(bb)

ANHA