Malbatên şehîdan êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û li dijî êrişan banga mezinkirina têkoşînê û xwedîderketina li destkeftiyan kir.

Malbatên şehîdan êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin
13 tîrmeh, 2024   12:36
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li Tebqayê bi amadebûna malbatên şehîdan, ji aliyê endama meclisê Ayat El Hebal ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hikumeta faşîst bi awayekî hovane bi çekên qedexekirî êrişî hevalên me yên gerîla dike. Ev êriş li ber çavê civaka navneteweyî û rêxistinên wê tên kirin."

Di daxuyaniyê de êriş û tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hatin şermezarkirin û hate gotin: "Nêzîkbûna di navbera malbata Barzanî û Tirkiyeyê de xiyaneta li gelê Kurd e û xirabkirina dîroka berxwedanê ya gelê Kurd û gelê herêmê ye."

Di daxuyaniyê de li dijî êrişan banga xurtkirina têkoşînê, şopandina xeta şehîdan û parastina destekftiyên şehîdan hate kirin.

(bb)

ANHA