Li herêmên dagirkirî bi kêmanî 50 kes hatin revandin

Hate ragihandin ku ji destpêka vê Tîrmehê ve zêdetirî 50 kes li herêmên dagirkirî hatine revandin.

Li herêmên dagirkirî bi kêmanî 50 kes hatin revandin
13 tîrmeh, 2024   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka Tîrmehê ve 50 kes li Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî  revandin.

Li gorî SOHR, 3’yê Tîrmehê di nav de rojnamevanek 30 kes li Girê Spî hatin revandin, 9’ê Tîrmehê jî di nav de çeteyên ji Himês, 12 kes li bajarê Serêkaniyê hatin revandin û sewqî Tirkiyeyê hatin kirin, 10’ê Tîrmehê zarok jî di nav de 6 kes li bajarê Girê Spî hatin revandin, di 12’ê Tîmrehê de li Serêkaniyê 3 kes hatin revandin.

(bb)