Efserekî hikumeta Şamê hate kuştin 

Li Derayê efserekî hikumeta Şamê ji aliyê komeke çekdar ve hate kuştin.

Efserekî hikumeta Şamê hate kuştin 
13 tîrmeh, 2024   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku komeke çekdar ku nehat zanîn girêdayî kê ne, efserekî beşa îstîxbarata leşkerî ya girêdayî hikumeta Şamê kuşt.

SOHR’ê diyar kir ku çekdaran li nêzî taxa Dahiya ya bajarê Derayê efserê hikumeta Şamê gulebaran kiriye û piştre reviyane.

(bb)

ANHA