Malbatan careke din ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, malbatan serlêdana ji bo hevdîtinê kir.

Malbatan careke din ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
7 sibat, 2025   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza dîtina Rêber Abdullah Ocalan, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdanên parêzeran û malbatan bi salan e bê bersiv têne hiştin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê car carna bi derengî bersivê dide, 'cezayên dîsîplînê' dike hincet û hevdîtinên parêzeran bi rengekî kêfî û bi rêk û pêk ji bo 6 mehan qedexe dike.