Li Dera û Humisê 2 kes hatin kuştin

Li Humis û Derayê cenazeyên 2 kesan hatin dîtin ku şopên gulebaranê lê hebûn.

Li Dera û Humisê 2 kes hatin kuştin
7 sibat, 2025   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên taxa Zehra ya bajarê Humisê cenazeyê ciwanekî dît. Ciwan beriya 3 rojan hatibû revandin. Hate zanîn ku şopên îşkence û guleyan li ser benda wî hebûn.

Li bakurê Derayê jî cenazeyê kesekî li nêzî bîra El Necîh hat dîtin. Hate diyarkirin ku cenaze yê kesekî ji gundê Qerfa ye ku endamekî partiyekî bû. Li gorî agahiyan şopên guleyan li ser cenaze hebûn.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka îsal ve, li herêmên cuda yên Sûriyeyê 126 kiryarên qetilkirinê çêbûne, di encamê de 251 kes (224 mêr, 6 jin û 1 zarok) bûne qurbanî.

(bb)